Çekdaran ciwanek serjê kir

Ciwanek ji bajarokê Fewa yê Idlibê ku berî 10 rojan li Laziqiyê hatibû revandin, hat qetilkirin.

Çekdaran ciwanek serjê kir
4 cotmeh, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Ferîd Hec Mûsa yê ji bajarokê Fewa yê Idlibê, beriya 10 rojan li Laziqiyê ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, çekdaran beramberî berdana Mûsa 150 hezar dolar ji malbata wî xwest.

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber malbatê nikarîbû wî pereyî peyda bike, çekdarên ew revandiye bi awayekî hovane ew serjê kiriye û dîmenên serjêkirinê ji malbata wî re şandine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) demek berê ragihandibû ku 2 ciwanên ji bajarokê Fewayê di 21’ê Îlonê de li bajarê Laziqiyê hatine revandin. SOHR’ê diyar kiribû ku aqûbeta revandiyekî nayê zanîn.

Duh jî cenazeyê endazyarê bi navê Mecid Xelîl li Derayê hate dîtin. Xelîl li taxa Someriyê ya Şamê dima. 2 roj berê dema ji karê xwe vedigeriya, hatibû revandin.

(bb)