Bêçekkirina Hizbullahê û krîza NY`ê rojevên rojnameyên erebî ne

Bêçekkirina Hizbullahê bûye mijara gotûbêjan ku 2 vebêjrkên derdikevin pêş, an çareseriyeke dîplomatîk an jî ketina nav pevçûneke leşkerî ku dê aştiya sivîl têk bibe. Her wiha krîza NY’yê wek gihaştiye qonaxeke krîtîk di navbera reformên radîkal an jî çarenûseke mîna ya Komeleya Neteweyan de.

Bêçekkirina Hizbullahê û krîza NY`ê rojevên rojnameyên erebî ne
4 cotmeh, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişandin ser mijara bêçekkirina Hizbullaha Lubnanê û krîza NY`ê.

‘RIKEBERIYA HIZBULLAHÊ SENARYOYEKE PEVÇÛNEKE LEŞKERÎ DATÎNE SER MASEYA HIKUMETA LUBNANÊ’

Rojnameya El Ereb nivîsand ku rikeberiya Hizbullahê li ser mijara bêçekkirinê senaryoyeke pevçûnên leşkerî datîne ser maseya hikumeta Lubnanê ku dê bibe çareya dawîn ji bo ferzkirina serweriyê. Rojnameyê diyar kir ku helwestên nakok ên Hizbullahê ku carinan gotûbêjan dipejirîna û carinan jî napejirîne, hikumet neçar kiriye ku li kêleka hewldanên dîplomatîk lezê bide amadekariyên xwe yên ewlehiyê jî.

Rojnameyê nivîsî ku pêvajoya ji bo bêçekkirina Hizbullahê aloz û demdirêj e û ji bo wê pêdivî bi hewldanên ewlehî, siyasî û dîplomatîk heye, her wiha pêdivî bi avakirina hevpeymaneke navxweyî ya berfireh û bikaranîna zextên navneteweyî û herêmî heye.

Çavdêran hişyarî da ku pevçûna leşkerî dikare bibe pevçûneke berfireh û dê gelek aliyên hêrêmî û navneteweyî bikevin nav.

‘VETOYA AMERÎKAYÊ Û ÇARENÛSA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ’

Rojnameya Îmaratî El Xelîc bal kişand ser krîza li Neteweyên Yekbûyî û rola wê ya parastina aştî û ewlehiya navneteweyî. Rojnameyê destnîşan kir ku rêxistin, tevî hewldanên xwe jî ketiye pêşberî hin astegiyên mezin, bi taybet piştî ku carekê mijara hêza leşkerî derketiye pêş ku nahêle Konseya Ewlehiyê berpirsyariyên xwe pêk bîne.

Rojnameyê nivîsand ku NY ketiye pêşberî 2 vebijêrkên girîng, a yekem; di nava Konseya Ewlehiyê de reformeke bingehîn çêke da ku rola wê ya demokratîk vegere, ji wan reforman jî rakirina mafê vetoyê yan jî bikaranîna wê maqûl bike. Ya duyem; ber bi tunebûnê biçe, mîna Komeleya Neteweyan çaxê ku nikarîbû rê li ber bikaranîna hêzê bigire.

(k)