Pêşnûmeya der barê Xezayê de dikeve dengdanê

Konseya Ewlehiyê ya NY’yê îro pêşnûmeya agirbesta li Xezayê û derbaskirina alîkariya mirovî bo bajar, dixe dengdanê. Guman hene ku DYA careke din pêşnûmeyê veto bike.

Pêşnûmeya der barê Xezayê de dikeve dengdanê
18 îlon, 2025   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro pêşnûmeya têkildarî agirbestê li Xezayê û rakirina qeydên li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî bo bajar, dixe dengdanê.

Piştî ku NY’yê ragihandibû ku li Xezayê xela heye, ev pêşnûme hat amadekirin. Armanca pêşnûmeyê agirbest û serbestberdana girtiyan e. Lê ji aliyê Fransa û Brîtanyayê ve der barê gengazbûna wê de guman hene. Her wiha guman hene ku DYA wekî Hezîrana borî careke din pêşnûmeyê veto bike.

(bb)