Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê

Hêzên Îsraîlê li nêzî baregeha Til Ehmer û li Meeleqe û Hûr jî bendên kontrolê danîn.

Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê
18 îlon, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro li baregeha Til Emed a li rojhilatê bajarokê Kodne yê gundewarên Quneytîrayê bendên axî çêkirin. Di heman demê de li ser rêya El Hûr a nêzî bendava Berîqayê jî bendek ava kirin. Hêzên Îsraîlê beriya ku ji bendê vekişin baregehên xwe, tevgera çûn û hatinê ya sivîlan asteng kirin.

Di saetên vê sibehê de, dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 6 erebeyan pêk dihat, ketibû bajarokê Mieleqe yê li başûrê Quneytîrayê û bendeke kontrolê li navenda bajarok danî. Piştî saetekê jî ber bi gundê Meşîda yê nêzî wê ve vekişiya.

(bb)