Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed bûn hevserokên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî

Ji bo Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desteyeke serokatiyê û hevserokatî hate hilbijartin.

Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed bûn hevserokên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî
Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed bûn hevserokên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî
29 adar, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî civîna endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ku duh li dar ketiye, agahî parve kirin. Li gorî daxuyaniya navendê, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tev li civînê bûne.

Di civînê de li gorî navendê, desteya serokatiyê ya Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed ji bo hevserokatiya dadgehê, Faya Şemûn û Saêr El Girîd wek cîgirên hevserokatiya dadgehê hatin hilbijartin.

Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk 14`ê Adarê erkdarkirina 10 endaman ji bo Dadgeh Parastina Hevpeymana Civakî erêkiribû û her 10 endam di wê civînê de sondxwarin.

(şx)

ANHA