Di êrişên hewayî li dijî Helebê de 42 leşker hatin kuştin

Li gorî SOHR`ê depoyeke çekan a Hîzbullaha Lubnanî li herêma Cibrîn a nêzî balafirgeha navneteweyî ya Helebê û kargehên parastinê yên li Sifîrayê ji aliyê Îsraîlê ve hatine hedefgirtin.

Di êrişên hewayî li dijî Helebê de 42 leşker hatin kuştin
29 adar, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di bombebaranê de herî kêm 42 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî yê ji ajansa nûçeyan a hikûmeta Şamê Sana’yê re ragihandiye, di êrişan de “gelek sivîl û leşker mirine û birîndar bûne”. Heman çavkaniyê wiha got: “Dijmin Îsraîl li Athriya ya li başûrê rojhilatê Helebê êrişên hewayî li dijî gelek cihan pêk aniye.”

Li gorî SOHR’ê kargehên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ku li herêma Safîra ya nêzî Helebê ne û niha di bin kontrola komên alîgirên Îranê de ne, hatine hedefgirtin.

(şx)

ANHA