Desthilata Îranê hunermendê kurd Mihemed Ebbaszade destgîr kir
Desthilata Îranê hunermendê Kurd Mihemed Ebbaszade bi hiceta ku slogana "Jin, jiyan, azadî" di şahiya Newrozê de berz kiriye, destgîr kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hunermend Mihemed Ebbaszade (35) piştî şahiya Newrozê li Şohan Mîsa hatiye destgîrkirin.
Rêxistinê diyar kir ku hunermend piştî ku slogana "Jin, jiyan, azadî" di şahiya Newrozê de berz kiriye, hatiye destgîrkirin.
Beriya wê jî sala 2023`yan Ebbas hatibû destgîrkirin lê belê piştre bi kefaleta malî serbest hatibû berdan.
(şx)