Li Tengava Hurmuzê êrişeke nû

Li Tengava Hurmuzê êrişî tankereke deryayî ya Brîtanî hat kirin, zirarên mezin bi odeya ajotinê bûn.

Li Tengava Hurmuzê êrişeke nû
27 hezîran, 2026   18:14
Navenda Nûçeyan

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê îro ragihand ku tankerek li Tengava Hurmuzê bi mûşekan hatiye hedefgirtin.

Li gorî Reutersê, Desteya Brîtanyayê diyar kir ku zirar bi odeya ajotinê bûye, lê hemû endamên ekîbê ewle ne.

Navenda Agahdariya Deryayî ya Hevbeş (CMIC), ku ji hêla hevpeymaniya hêzên deryayî ve ji bo parastina keştîvaniyê tê birêvebirin diyar kir ku ji ber bûyerên dawî asta gefên ewlehiyê bilind kiriye.

Televîzyona dewleta Îranê jî ragihand ku Supayê Pasdarên Îranê "mûşekên hişyariyê" avêtine ser keştiyên nenas ên ku hewl didin bi rêyên avê yên ku ji hêla Îranê ve nehatine pejirandin re derbas bibin.

Li gorî televîzyona Îranê, vê yekê hişt ku keştiyên din berî ku hewl bidin ku ji tengavê derbas bibin, destûrên Îranê bixwazin.

(fr)