Kolberek Kurd jiyana xwe ji dest da

Di encama êrişa hêzên Îranê de kolberek Kurd jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

Kolberek Kurd jiyana xwe ji dest da
9 tîrmeh, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişa hêzên Îranê de kolberê Kurd yê bi navê Xalîd Mehmudî (23) jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin ku Xalîd Mehmudî ew du roj bûn zewicî bû.

Li gorî heman çavkaniyê kolberê Kurd yê bi navê Rizgar Mehmudî (42) yê xelkê Bokanê jî, di heman êrişê de birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Sineyê.

Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatin kuştin û 131 jî birîndar bûn.