Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî îro pêdiviyên zivistanê li koçberan belav kirin.

Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
Pêdiviyên zivistanê li koçberan hatin belavkirin
23 cotmeh, 2024   15:25
EYN ÎSA

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî di çarçoveya amadekariyên demsala zivistanê û piştgiriya koçberan de, bi hevkariya rêxistina El Qube, pêdiviyên zivistanê li koçberan belav kirin. Di nava pêdiviyan de betanî, mînder, cil û bergên zivistanê û amûrên mitbaxê hene.

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî di çarçoveya amadekariyên demsala zivistanê de plansaziyek amade kiriye ku konên kevn sererast bike û pêdiviyên zivistanê li koçberan belav bike.

Endamê Komîteya Xizmetguzariyê li Kampa Koçberên Girê Spî Elî El Ebo got wek destpêk betanî, mînder û hesîr li koçberan belav kirine.

Der barê sererastkirina konan û belavkirina konan de El Ebo got: "Me plan kiriye ku 42 konên berê yên naylon biguherînin. Em plan dikin ku di rojên bê de hezar û 300 konan belav bikin."

Li kampê 7 hezar koçberên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî dimînin.

(şx)

ANHA