Çalakiyên bîranîna şehîd Bêrîtan didomin

Şehîd Bêrîtan li bajarên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cihêreng hate bibîranîn.

23 cotmeh, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 32`yemîn a şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cihêreng têne lidarxistin.

ŞEHBA

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Efrîn û Şehbayê şehîd Bêrîtan li Hola Axîn Welat a bajarokê Fafînê bi bîr anî. Endamên deste û meclisên kantonê tev li çalakiyê bûn.

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê Nedîme Elo axivî û got: "Şehîd Bêrîtan, ji tevahî têkoşerên jin re pêşeng bû. Dîroka wê bi berxwedanên destanî dagirtî ye. Teslîmkarî qebûl nekir û heta kêliya dawî li ber xwe da."

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê Şîrîn Hesen jî got: "Bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, em ê li ber xwe bidin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Dûre sînevîzyonek têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan hate pêşandan.

TIRBESPIYÊ

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Parastina Civakê (HPC-Jin) li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li dar xist, şênî û endamên meclis û saziyên bajêr tev li civînê bûn.

Endama HPC-Jin Asya Cuma axivî û got: "Şehadeta şehîd Bêrîtan ji bo me serfirazî ye. Berxwedana şehîd Bêrîtan li hember xiyaneta PDK`ê ji cîhanê re îsbat kir ku em serî ji kesî re natewînin."

Asyayê diyar kir ku şehîd Bêrîtan li dijî xiyaneta pêşmergeyên PDK`ê heta dawiyê li ber xwe da û xeta berxwedanê hilbijart, îro bi hezaran li ser şopa wê dimeşin.

Her wiha têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan sînevîzyonek hate pêşandan.

TIL KOÇER

Şêniyên Til Koçerê bi çalakiyekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan ji bo her jinekê sembola berxwedan, serbilindî, azadî û rûmetê ye.

Şêniyan soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin û dagirkeran ji Kurdistanê derxin.

HELEB

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê li Helebê têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan semînerek li Hola 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê li dar xist û bi dehan şênî, endamên saziyan û partiyan tev lê bûn.

Endama rêveber a TEV-DEM`ê Klara Kobanê axivî û bal kişand ser sedemê derketina kesayetên şoreşger û çawa dikarin guhertinê çêkin.

Klarayê îşaret bi xiyaneta PDK`ê sala 1992`yan kir ku di encamê de şehîd Bêrîtan şehîd bû û got: "di dîrokê her tim jin biçûk hatiye dîtin, lê şehîd Bêrîtan, ev nêrîn berovajî kir û di şerê li dijî dagirkeran û xayînan de cih girt. Serî ji wan re netewand. Ew helwesta şehîd Bêrîtan, rave dike ku vîna jinan ji tevahî hêzan û çekan bi hêztir e."

KOBANÊ

Kongra Star a kantona Firatê li bajarê Şêran civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr, endamên meclis û komînên bajêr tev li civînê.

Di civînê de sînevîzyoneke têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan jî hate pêşandan.

(şx)

ANHA