PDK’ê tîmek rojnamevan li Amêdiyê destgîr kir

Dezgeha çapemeniyê ya Zoom ragihand ku asayişa PDK’ê li navçeya Amêdiyê ji rûmalkirina dagirkeriyên dewleta Tirk tîmeke rojnamevanên dezgeha wan destgîr kir.

PDK’ê tîmek rojnamevan li Amêdiyê destgîr kir
10 tîrmeh 2024   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel bêdengiya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ku hewl dide hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike, niha jî PDK rê li her rojnamevan û welatiyekê digire ku li dijî dagirkeriyê rûmal bikin û helwesta xwe nîşan bidin.

Di vê çarçoveyê de tîmeke rojnamevanî ya dezgeha çapemeniyê ya Zoom ku ji nûçegihan Hejîn Fetah, kameramanê wê û ajokarê wesayîta wan pêk dihat, dema ku êrişa dagirkirina navçeya bajarê Amêdiyê dişopand ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin destgîrkirin.

Der barê vê yekê de dezgeha çapemeniyê ya Zoom ragihand ku, asayîşa PDKê tîmeke rojnamevanên kanala wan bi tawana ragihandina dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê li Amêdiyê destgîr kir.

Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan jî di der barê vê de got: “Destê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan dirêj e, lê destê wan ji kujer û berpirsên gendel re kurt e.”