55 girtiyên jin li Îranê dest bi greva birçîbûnê kir

55 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Êvîn a Îranê, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê yê li ser jina çalakvan Şerîfe Mihemedî, dest bi greva birçîbûnê kir.

55 girtiyên jin li Îranê dest bi greva birçîbûnê kir
10 tîrmeh, 2024   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a li bakurê rojavayê Tehranê, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê yê çalakvan Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakan a bajarê Reştê ragirtiye, dest bi greva birçîbûnê kir.

Şerîfe Mihemedî ku xwedî zarokeke 12 salî ye, bi hinceta ku ser bi Partiya Komele ye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat destgîrkirin. Şerîfe Mihemedî di 5’ê Kanûna 2023’yan de li bajarê Reşt ê bakurê Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin.

Dadgeha Şoreşê ya Reştê bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê darvekirinê li çalakvana jin Şerîfe Mihemedî birî. Encûmena Yekitiya Mamostayan ragihand ku Şerîfe Mihemedî di dema destgîrkirinê de ji bo îtirafkariyê bike zext li wê hatiye kirin û ji ber razî nebûye rastî îşkenceyê hatiye.

Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl ku cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî di 4ê Tîrmehê de hatiye dayîn, piştrast kir û diyar kir ku ev cezayê darvekirinê şerek û cezakirineke li dijî çalakvanên civaka sivîl û banga betalkirina cezayê darvekirinê û berdana Şerîfe Mihemedî ya bê şert û merc kir.