Partiyên YEKITÎ û Pêşverû piştgirî da berxwedana QSDˋê û yekitiya Kurdî

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê piştgirî da yekrêziya Kurdî û berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişên li dijî destkeftiyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

7 ÇILE, 2025   22:15
GIRKÊ LEGÊ

Li hola Rojhilat a bajarê Girkê Legê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê paneleke siyasî li dar xist. Di panelê de bi sedan endam û alîgirên herdu partiyan, saziyên sivîl û kesayetên siyasî û olî beşdar bûn.

PARTIYA YEKITIYA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ (YEKITÎ)

Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin, mijara yekê ketina rejîma dîktator, rewşa heyî û asoyên pêşerojê û mijara duyê jî rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê û erkên li ser milê tevgera wî ya siyasî bû.

Di serî de cîgirê sekreterê partiya Yekitî Mustefa Meşayix li ser zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî di serdema rejîma Baas de dikişandin, axivî.

Meşayix diyar kir ku partiya Yekitî û ya Pêşverû gelek pêşniyar ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyî bi rêya diyalogê pêşkêş kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker xebatên çareseriya siyasî yên Sûriyeyê bi rêya destekdayîna çeteyan di serî de yên DAIŞ'ê asteng dike.

Cîgirê sekreterê partiya Pêşverû Ehmed Silêman li ser rewşa gelê Kurd û ya tevgerên siyasî yên li Sûriyeyê axivî.

Silêman girîngî bi pêkanîna diyaloga nîştimanî ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî li hemberî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina aramiya şêniyên herêmê û dagirkirina wê, da.

Silêman di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da û got ku ew hêza tekane ye ku destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê diparêze.

(mh/fr)

ANHA