DYA û YEˋyê ji bo Sûriyeyê dicivin

Hikumeta Îtalyayê ragihand ku wezîrên derve yên Îtalya, Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîkayê wê roja pêncşemê li Romayê bicivin û rewşa Sûriyê nîqaş bikin.

DYA û YEˋyê ji bo Sûriyeyê dicivin
7 ÇILE, 2025   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani wê serokatiya civînê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja duşemê ragihand ku Wezîrê Derve Anthony Blinken “ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê teşwîqî siyaseta aştiyane bikin” wê bi wezîrên derve yên Ewropayê re bicive.

Dema HTŞˋê ya ku bi eslê xwe El Qaîde û DAIŞ e li Şamê hat ser desthilatdariyê zexta rakirina cezayên navneteweyî kir, gelek paytextên ku Washington jî di nav de ye diyar kir ku beriya rakirina cezayan wê lê binêrin bê desthilatdarî hêza xwe çawa bi kar tîne.

Esed El Şîbanî yê ku wek Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya HTŞ’ê hat destnîşankirin, piştî serdana xwe ya yekem a Erebistana Siûdî, gera xwe ya dîplomatîk ên li welatên Ereb didomîne.

Li gorî Wezareta Derve ya Îtalyayê, Tajani ji bo nirxandina rewşa piştî rûxandina rejîma Esed daxwaza civînê kiriye.

Rêveberiya HTŞˋê û zehmetiyên ku bi nêzîkbûna kongreya diyaloga niştimanî re derketine holê, amadekirina destûreke bingehîn a nû û vejandina aboriya Sûriyeyê wê rojevên  sereke yên civînê bin.