Partiyên siyasî: Bidawîkirina dagirkeriyê bidawîkirina sûcên li Efrînê ye

Partiyên siyasî yên Helebê sûcê qetilkirina zarok Ehmed Xalid Mamo li Efrîna dagirkirî şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên li Efrînê bi dawî bikin, dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û vegera ewle misoger bikin.

Partiyên siyasî: Bidawîkirina dagirkeriyê bidawîkirina sûcên li Efrînê ye
14 adar, 2024   17:51
HELEB

Partiyên siyasî yên Helebê sûca qetilkirina zarok Ehmed Xalid Mamo bi daxuyaniyekê li pêş Navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a Helebê û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk, şermezar kir.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Gulistan Hebeş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin hemwextî nêzbûna salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê û koçberkirina xelkê wê, sûcên dikevin xana sûcên şer û dermirovî li dijî efrîniyên mayî pêk tên û sûca qetilkirina Ehmed Mamo ji hêla rûniştvanekî sûcên dermirovî ne. Beriya salekê jî li dijî xelkê Cindirêsê di heman wextî de çend kes hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de paşguhkirina hikumeta Sûriyeyê der barê pêkanîna erkên xwe yên parastina xaka Sûriyeyê û pabendbûna pêşkêşkirina giliyên fermî ji NYˊyê re li ser dagirkirina Efrîn û herêmên din ên Sûriyeyê hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku girîngiyê bidin rewşên mirovî yên li Efrînê û divê sûc û dagirkeriya tevahî Sûriyeyê werin bidawîkirin û vegereke ewle ya welatiyan hebe.

(fr)

ANHA