Li Esfahanê jinek ciwan hat qetilkirin

Hêzên Îranê li erebeyek ku berê xwe dabû Esfahanê gule barandin. Di encamê de jinek ciwan hat qetilkirin.

Li Esfahanê jinek ciwan hat qetilkirin
14 adar, 2024   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina ciwan Nîgar Kerîmyan (21) ya ji bajarê Çarmehal Bextyarî ku li Esfahanê dijî di gulebarana hêzên Îranê de birîndar bû û piştî çend saetan jiyana xwe ji dest da.

NUJINHAˊyê da zanîn ku bavê Nîgarê erebe diajot. Gule di aliyê ajoker re ket erebeyê, li destê wî ket û li dawiyê ket bedena Nîgarê.

Nîgar tevî malbata xwe ji merasîma sersaxiyê ya apê xwe vedigeriya.

Hêzên ewlekariyê yên Îranê ji malbata Nîgarê re da zanîn ku wan "bi şaştî" gule barandin, ku armanca wan erebeyeke din bû ku tê de madeyên hişbirê hatibûn dîtin.

Hin çavkaniyan îdia kir ku kesê ku êriş kiriye ne bi cilên fermî bûn. Çavkaniyên din jî destnîşan kir ku ew kes endamê hêzên ewlekariyê ye û niha hatiye girtin.

(mh)