Siyasetmedarekî Sûriyeyî: Entegrasyona QSD’ê rêveçûna siyasî û destûreke nû ava dike

Nivîskar û siyasetmedarê Sûriyeyî Xesan Muflêh diyar kir ku entegrasyona QSD’ê li Sûriyeyê gaveke girînge. xurtkirina aştiya navxweyî dike û doza Kurdî vediguhêze rêveçûna siyasî û destûrî.

Siyasetmedarekî Sûriyeyî: Entegrasyona QSD’ê rêveçûna siyasî û destûreke nû ava dike
28 tebax, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Nivîskar û siyasetmedarê Sûriyeyê Xesan Muflêh got ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a bidawîbûna misyona xwe û entegrasyona di nava artêşa Sûriyeyê de veguherîneke girîng di rêveçûna welat de temsîl dike û got: “Gotina QSD’ê û temsîlkirina wê di avakirina dewleta hêvîdar pir girîng e. entegrekirina QSD’ê êdî beşek ji artêşa vê dewletê ye. Ev jî dê bi xwe re encamên erênî ji bo avakirina saziyên hêzê di vê dewletê de bîne.”

GAVEK E BER BI AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ VE YE

Muflêh anî ziman ku li Koşka Gel a Şamê di 25’ê Tebaxê 2026 an de, bi rêya civîneke çapemeniyê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bidawîbûna misyona QSD’ê û tevlêbûna li nava dewletê ragihand û got: “Em dixwazin ev roj bibe destpêka veguhertina rasteqîn ji qadên şer ber bi qadên avakirinê, ji demê çekdan ber bi demê aştiyê, ji pêvajoya parastina Sûriyeyê ber bi avakirina Sûriyeyê ve. Her wiha rêveçûna leşkerî dibe rêveçûna siyasî û destûrî û mafan garantî dike.”

Muflêh diyar kir ku tiştê ji bo doza Kurdî li Sûriyeyê pêk hatiye “di encama peymanê de ne hindek e” û got: Tiştê hatiye bidestxistin bingeha berdewama têkoşîna demokratîk a di oxira mafên dîtir de ye.”

Muflêh da zanîn ezmûna “Kurdistana Iraqê modeleke taybet e ji ber ku sedemên objektîv û sebjektîv li Sûriyeyê hene. Dibe ku ev jî em wek çalakvan û Sûriyeyiyên piştgiriya mafên Kurdan li Sûriyeyê dikin dihêle tiştên em dibînin nîqaş bikin.”

RÎSK Û ZEHMETÎ

Der barê îhtîmala avakirina modelek ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên Sûriyeyê û destpêkirina peymanek neteweyî ya nû ku mafên pêkhateyên wê diparêze de, Muflêh got: "Piştî vê peymanê, êdî tirs ji bo welêt tune ye. Lê ji bo min xeterek heye û divê her kes pê re rûbirû bibe, ew jî tevgera selefî ya tund e ku bi DAIŞ’ê re dikevin têkiliyê û bûye şaneyek razayî ji bo rêxistina DAIŞ’ê û bi vî awayî welat ji êrişên DAIŞê re rû bi rû dihêle ger bingeha lojîstîkî û piştgiriya dewletek diyarkirî jê re were peydakirin!"

Têkildarî pirsgirêkên herî berbiçav ên ku piştî ragihandina entegrasyona QSD’ê pê re rû bi rû dimînin û gelo ew beşdarî kêmkirina destwerdanên herêmî û xurtkirina serweriya Sûriyeyê dibe, Muflêh destnîşan kir ku ev pirsgirêk li ser milê hemû Sûriyeyiyan in û got: "Ev pirsgirêk li pêşiya me hemûyan wekî Sûriyeyê ne: bêyî pergalek demokratîk, Sûriye dê nikaribe bijî. Ev yek hewldanên hevbeş ên hemûyan hewce dike, da ku blokek dîrokî ava bibe ku zextê li ser hemû aliyan bike da ku dewletek hiqûqê, pergalek demokratîk, qanûnek li ser partiyan û avakirina azadiyên giştî û takekesî bi awayekî destûrî ava bikin”.

Muflêh bi gotina "Peyman bê guman dê bandorê li ser sînordarkirina hin destwerdanên biyanî bike" dawî li axaftina xwe anî.

Xesan Muflêh nivîskar, rojnamevan û analîstê siyasî yê Sûriyeyî ye, ku di sala 1960’an de li parêzgeha Derayê ji dayik bûye. Ji ber çalakvaniya xwe ya siyasî nêzîkî 12 salan di zindanên Sûriyeyê de maye û niha li Swîsreyê dijî.

Ew bi nivîsên xwe yên li ser karûbarên Sûriyeyê tê nasîn. Di nivîsên xwe de girîngî daye mijarên demokrasiyê, dewleta sivîl û veguheztina siyasî. Ew analîzên rexnegir ên rejîma Baas pêşkêş dike, performansa hêzên opozîsyonê rexne dike û mijarên azadiyan, mafên mirovan û pêşeroja dewleta Sûriyeyê dinirxîne. Ew her wiha li ser pirsgirêka Kurd û têkiliyên herêmî û navneteweyî yên ku bandorê li Sûriyeyê dikin nîqaş dike.

(f)