Parêzgarê Hesekê û Wezareta Rewşên Awarte tedbîrên têkildarî lehiyan gotûbêj kirin

Parêzgarê Hesekê bi nûnerên Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan re civiya û tedbîrên têkildarî lehiyên Çemê Xabûrê û zirarên lehiyan gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hesekê û Wezareta Rewşên Awarte tedbîrên têkildarî lehiyan gotûbêj kirin
25 adar, 2026   12:37
HESEKE

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyeke Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan kir ku îro sibehê bi serokatiya cîgirê wezîr Munîr Mistefa li ser vexwendina parêzgar gihaşt Hesekê.

Parêzgar û rayedarên peywendîdar ên Şaredariya Hesekê û Parastina Sivîl, bi şandeyê re civînek li dar xist û tedbîrên ji bo lehiyên Çemê Xabûrê û nirxandina zirarên lehiyê gotûbêj kirin.

Şande dê bi hevkariya Meclisa Bajarê Hesekê, Tîma Agirkujiyê, Rêveberiya Parastina Sivîl û Desteya Çavkaniyên Avê serdana deverên ku lehî lê rabûye bike, da ku zirarê binirxîne û piştgiriya hewldanên kêmkirina ziraran û pêşîgirtina lehiyan bikin.

Di 2 hefteyên borî de, li herêma Cizîrê baraneke zêde bariya ku bû sedema rabûna çeman û li gelek deveran bû sedema lehiyê.

(k)