Ji ber rabûna çemên Ceqceq û Xabûrê 500 mal hatin valakirin

Çemên Ceqceq û Xabûrê ji ber barana zêde rabûne. Di encamê de li gelek deveran avê da ser malan û zêdetirî 500 malbat neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

25 adar, 2026   12:30
HESEKÊ

Piştî barana zêde ya ku ji 2 hefteyan ve dom dike, li herêma Cizîrê asta ava çeman bilind bûye û piştî salên ziwahiyê dîsa çem herikîn û li gelek deveran lehî rabûn.

Asta Çemê Ceqceq ku di nav bajarê Hesekê re derbas dibe, bilind bûye.

Li çemê Xabûrê jî asta avê bilind bûye û li gelek deveran rabûye û bûye sedema girtina rêyan. Ava çem da ser malên li taxa El Hemir a bajarê Til Temirê û taxên Mirîdyan û Xiwêran ên Hesekê. Ev lehiya sêyemîn e ku di 2 hefteyan de li wan deveran radibe.

Di 24 saetên borî de, zêdetirî 500 malbatên ku li qeraxên çem û deverên nêzîkî çemê Xabûrê li taxên El Hemir, Mirîdyan û Xiwêranê dijîn, ji ber rabûna avê neçar man ku malên xwe berdin.

Barana zêde bû sedema lehiyên mezin li kolan û qadan û her wiha lehiyên biçûk li gundewarên bakur, başûr û rojavayê Hesekê. Bi sedan xanî li deverên Til Hemîs, Til Birak û Şedadê di bin avê de man, di encamê de ziyanên madî yên çêbûn, bi taybet li deverên nêzîkî qeraxên çeman.

Ji ber ku tê payîn di saetên pêş de jî lehî rabin, ekîbên şaredariyê xebatên xwe didomînin û bendan çêdikin.

(k)