Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin
4 ÇILE, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû ser li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin. Parêzeran ji bo din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, bi hinceta “cezayên disîplînê” tê astengkirin. Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake.