21 welatî li Efrîna dagirkirî hatin revandin

Li kantona Efrînê ya dagirkirî 21 welatî ji destpêka sala nû ve hatine revandin.

21 welatî li Efrîna dagirkirî hatin revandin
4 ÇILE, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rojên pêşîn ên 2024`an de, 21 welatî li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan, çeteyan bi ser malên welatiyan de girtin, deriyên malan şikandin, dizîn û welatî revadin.

Her wiha navendê aşkera kir ku wê bi malbat û xizmên revandiyan re di nav têkiliyan de ye.

Navendê herî dawî bîlançoya sûên li Efrînê di 2023`yan de hatine kirin parve kiribû. Li gor wê, çeteyan 461 welatî revandin. Di nav wan de 24 zarok hene ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye, 39 jin û 191 kesên nexweş hene. Tenduristiya 143`yê wan jî xirab e û pêwîstiya wan bi destwerdana lezgîn heye.

(şx)