Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.
![Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6683dcc3b8c16.jpg)
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Îmraliyê dan. Parêzerên ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta "cezayên disiplînê" asteng dike
QEDEXEYÊN HEVDÎTINÊ YÊN BÊNAVBER
Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hate îlankirin û qedexeyên hevdîtinê heya sibata 2018'an dom kirin. Piştî vê dirokê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran 6 mehan carekî hatin qedexekirin.
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3'yê gulana 2024'an de derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.
Li gel biryara dawî derbarê Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.