Li Dêrazorê çeteyek hat girtin û çekên pê re hatin desteserkirin 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bejahiya Dêrazorê kesekî ku têkiliya xwe bi komên xirabker ên girêdayî hikumeta Şamê re heye, girt û miqdareke mezin a çekên pê re desteser kir.

Li Dêrazorê çeteyek hat girtin û çekên pê re hatin desteserkirin 
Li Dêrazorê çeteyek hat girtin û çekên pê re hatin desteserkirin 
Li Dêrazorê çeteyek hat girtin û çekên pê re hatin desteserkirin 
Li Dêrazorê çeteyek hat girtin û çekên pê re hatin desteserkirin 
2 mijdar, 2023   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye weşandin, hêzên wan berbanga 31′ê Cotmehê kesekî endamê komên wêranker ên ku hikumeta Şamê piştgiriyê dide wan, li gundewarên rojavayê Dêrazorê girtiye û mîqdareke mezin a çekên pê re bûn desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî operasyonên şopandinê û lêpirsînkirina der barê kesekî bi guman de, hêzan ewlekariyê bi ser mala wî de girtiye, ew kes hatiye girtin û mîqdareke mezin a çekên li gel wî hatin desteserkirin.

Çekên hatine desteserkirin ev in:

4200  fîşekên kilaşînkovê

 6020  fîşekên BKS

Rokêtek Rûsî

Sindoqên textî yên narincokan ku 40 bombeyên êrîşê, 10 sewai’q û du qutîkên sewai’qê tê de bûn

 43  çekên avêtina rokêtan

44 heşweyên çekên avêtinê

Li gorî daxuyaniyê, çekên hatine desteserkirin ji bo piştgiriya komên xirabker, bi wê yekê hedefgirtina hêzên leşkerî û saziyên sivîl û xizmetê yên herêmê, hatibûn amadekirin.

(fr/c)