Parezer Medya Abdî: Divê hêzên navneteweyî li hember qetilkirina jinan bê deng nemînin

Parezer Medya Abdî bal kişand ser Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didarizîne û anî ziman ku divê qada navneteweyî li hember qetilkirina jinan bê deng nemîne.

Parezer Medya Abdî: Divê hêzên navneteweyî li hember qetilkirina jinan bê deng nemînin
10 sibat, 2025   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didarizîne, li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat. Dadgeh (tribunal) li L'Université Libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê-ULB) di 5-6’ê Sibata 2025’an de hat lidarxistin. Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma parêzeran a ku sûcên dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve hat organîzekirin. ULB, MAF-DAD (Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê), ELDH (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Ewropayê), IADL (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Navneteweyî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî piştgiriya çalakiyê kir.

Dadgeh ji aliyê hiqûqnas û derdorên biyanî ve jî hat şopandin. Parezer û komîteya amadekar a dadgehê Medya Abdî, ji ajansa me re axivî.

Medya Abdî diyar kir ku di dadgehê de sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin nîqaşkirin û wiha got: “Mijaran esasî yên ku hatin nîqaşkirin, mijara qetilkirina jinan, êrişên li ser cihên olî, navendên tenduristiyê û cihên dîrokî û koçberî bûn.”

Parezer Medya Abdî bal kişand ser koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê koçber bûne û got: “Di sala 2018’an de li Efrînê ji ber êrişên dewleta Tirk 300 hezar kes ji neçarî li kampên Şehbayê yên qerebalix hatin bicihkirin. Di Kanûna 2019’an de artêşa Tirk 2 bombe avêtin zarokên li kolaneke nêzî dibistaneke li herêmekê ku bi temamî cihê sivîlan bû dilîst û 8 jê zarok, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024’an de jî gelê Efrînê li Şehbayê koçber bû û berê xwe da heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên herêmên Rêveberiya Xweser.”

Medya Abdî diyar kir ku di dadgehê de mijareke sereke jî qetilkirina jinan bû, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker her tim jinan dike hedef û wiha got: “Dewleta Tirk Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Zeyneb Saruxan û gelek jinên din ku di saziyên jinan de kar dikir, kirin hedef. Di trîbunalê de jî ev mijar jî hate nîqaşkirin. Dayika Hevrînê û xwişka Zeyneb Sarûxan di trîbunalê de qala hedefgirtina wan kir.”

Medya Abdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji vîna jinan ditirse, lewma jinan dike hedef û got: “Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan di her qadê de xwe bi rêxistin kir û bûn pêşengên civakê. Bi taybet li hember çeteyên DAIŞ’ê jinan fedakarî kir û gihaşt asta şahedetê.”

Medya Abdî di dawiyê de jî wiha got: “Li dadgehê sûcên kuştina sivîlan, rojnamevanan û siyasetmedaran, êrişa li ser binesaziyê, îşkence, kiryarên li derveyî mirovahiyê û bikaranîna çekên qedexekirî hatin nirxandin. Ji welatên cuda hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan, mexdûrên êrişan û şahidên bûyeran tev li dadgehê bûn.”