Îsraîlê êrişî balafirgeha Xelxele ya li Siweydayê kir

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî balafirgeha Xelxele ya leşkerî ya li Siweydayê yê başûrê Sûriyeyê kir.

Îsraîlê êrişî balafirgeha Xelxele ya li Siweydayê kir
9 sibat, 2025   22:13
NAVENA NÛÇEYAN

Piştî ku hêzên Îsraîlê berbanga îro ketina derdora gundê Eyn Noriyê yê bakurê rojhilatê bajarokê Xan Ernebê yê gundewarê Quneyterayê, balafirên şer ên Îsraîlê êrişî balafirgeha Xelxele ya leşkerî kir. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di çarçoveya tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li hundirê xaka Sûriyeyê de, hêzên Îsraîlê derbasî gundê Noriyê yê bajarokê Xan Ernebê yê gundewarê bajarê Quneyterayê bûn. Her wiha SOHRˋê anî ziman ku hêzên Îsraîlê derbasî gundê Xirbet Sîson ê li herêma Hewd Yermûk a rojavayê Derayê bûn û hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerîn.

Der barê van operasyonên de aliyê Îsraîlê tu daxuyaniyek neda.

(fr)

ANHA