Parazvanên Şêxmeqsud li koma çeteyan da 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, bersivek tund da komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û windahiyên mezin dan wan.

Parazvanên Şêxmeqsud li koma çeteyan da 
9 ÇILE, 2026   19:20
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, êrîşên komên çete yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin, li ser taxa Şêxmeqsud didomin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersivên tund didin êrişên bi tang û topan.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê li derdora Şêxmeqsud li komeke qelebalix a çeteyan xistiye û çeteyan windahiyên mezin dane. Lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şer û pevçûn bi dijwarî didomin.

Komên çete bi tang, top û çekên giran taxê bombebaran dikin.

(ekip)

ANHA