‘Pêkhateyan hevgirtineke xurt li hember hewldanên fitneyê nîşan daˈ

Serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê Ekrem Mehşûş têkildarî hewlên derxistina fitneyan got “Pêkhateyên herêmê li hemberî van hewldanan hevgirtineke xurt nîşan da.”

‘Pêkhateyan hevgirtineke xurt li hember hewldanên fitneyê nîşan daˈ
18 ÇILE, 2025   07:24
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Ji dema ketina rejîma Baasê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi rêya şerê taybet û yê ragihandinê fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbikin da ku aramiya herêmê xirab bikin. 

Têkildarî van hewldanan, serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê Ekrem Mehşûş ji ajansa me re axivî.

Ekrem Mehşûş bi bîr xist ku ji dema ketina rejîma Baasê ve, hinek aliyên dijber dixwazin bi hincetên cuda fitneyan di navbera Kurd û Ereban de çêbikin. Mehşûş got: "Di vê dawiyê de aliyên destekê ji Tirkiye û çeteyên wê digirin, bi rêya medyaya civakî hewldanên yên derxstina fitneyan zêdetir kirin. Tev ku rejîma berê ya Sûriyeyê hilweşiyaye jî, lê ev alî hin ferdan bi tevkariya bi rejîmê re tawanbar dikin."

Mehşûş diyar kir ku nîvê niştecihên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê rejîma berê ve dihatin xwestin, lê hişyarî û zanebûna gelên herêmê ev hewldan têk birin.

TÊKILIYÊN CIVAKÎ YÊN XURT

Mehşûş bal kişand ser têkiliyên civakî yên xurt ên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku ev têkilî ne nû ne, lê  beriya sedên salan an ku beriya avabûna dewleta Sûriyeyê hene.

Mehşûş destnîşan kir ku destpêka van geşedanan hin kesan xwestin fitneyan di navbera Ereb û Kurdan de çêbikin û got "Lê ev hewldan bûne parçeyek ji dema borî ve. Pêkhateyên herêmê li hemberî van hewldanan hevgirtina xurt nîşan dan."

Mehşûş da zanîn ku beriya ketina rejîmê û piştî wê jî nîqaş di navbera pêkhateyên herêmê de dewam dikin û ev nîqaş jî lihevkirina wan pêş xist. Her wiha anî ziman ku ji bo parastina tevna civakî hevdîtinên civakî û siyasî dewam dikin.

‘FITNE TÊK ÇÛN’

Ekrem Mehşûş bi bîr xist ku rejîma Sûriyeyê di sala 2004ˈan de xwest nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de çêbike û destpêka aloziya Sûriyeyê (2011) hewl da heman tiştî dûbare bike, lê hewldanên wê negihiştin serî. Mehşûş anî ziman ku tu pirsgirêk di navbera Ereb û Kurdan de çênebû û ev jî asta hişyarbûn û zanebûna pêkhateyan nîşan dide.

Serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê Ekrem Mehşûş banga dûrketina ji xîtaba fitine  û manîpulasyonê kir û wiha dawî li axafina xwe anî: "Niha em şandiyekê ava dikin da ku serdana Şamê bike, rewşa saziyên sivîl û xizmetguzarî yên li herêmê nîqaş bikin. Divê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî bimînin, ji ber ku yekitî çeka herî bihêz a li hemberî planên têkbirina ewlehiyê ye."

(bb)

ANHA