Omer Ocalan: Divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin

Biraziyê Rêber Abdullah Ocalan û parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku piştî erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê fikarên wan ên der barê tenduristiya Rêbar Abdullah Ocalan de hê zêdetir bûne.

Omer Ocalan: Divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin
6 kanûn, 2023   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

piştî erdheja bi pileya 5,1 a ku di 4'ê Kanûnê de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê pêk hat, fikarên der barê tenduristiya û jiyana Rêbar Abdullah ocalan de zêde bûn. Di dema ku gelek bajêr ji ber erdhejê bandor bûn, Girava Îmraliyê ya ku nêzî navenda erdhejê bû jî ji ber erdhejê hejiya. Piştî erdhejê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke lezgîn pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Ji ber erdhejê fikarên malbata Rêber Abdullah Ocalan ku ji tenduristiya wî bi fikar in jî zêde bûn. Biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Omer Ocalan diyar kir ku piştî erdhejê fikarên wan zêde bûne û got ku divê bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê re demildest hevdîtin bê kirin.

'FIKARÊN ME HÊ ZÊDE BÛN'

Omer Ocalan diyar kir ku Girava Îmraliyê jî ji ber erdhejê bibandor bûye û wiha got: “Erdhejê fikarên me hîn zêdetir kirin. Erdhejeke dijwar pêk hat û 3 bajar ji erdhejê bandor bûn û Girava Îmraliyê jî nêzî navenda erdhejê ye. Parêzeran jî ji bo hevdîtinê serîledan kirin. Rêbar Abdullah Ocalan herî dawî 33 meh berê bi rê ya telefon çend deqeyan bi birayê xwe re axivî. Piştî wê me tu agahî negirtin. Girava Îmraliyê jî gelekî nêzî navenda erdhejê ye. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Em  wekê malbat dixwazin bi lezgîn bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Ev mafê me ye. Heta niha ne Wezareta Dadê û ne jî Wezareta Karên Navxweyî tu agahî nedane me."

'DIXWAZIN DEMILDEST HEVDÎTINÊ PÊK BÎNIN'

Ocalan bal kişand ku Girava Îmraliyê li ser xeta erdhejê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek profesorên erdhejê hişyariyê didin ku dibe ku li Marmarayê erdhejeke mezin çêbibe. 5,1 ne erdhejeke biçûk e, 3 bajar ji vê erdhejê bandor bûne. Ji ber vê yekê pêwîst e demildest parêzer û malbat bi girtiyên li Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Heke bûyereke neyînî li Girtîgeha Girava Îmraliyê biqewime dewlet û Wezareta Dadê berpirsyar in. Divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin. Çavê kurdan li Girava Îmraliyê ye. Divê Abdullah Ocalan di demeke herî kin de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo ku hevdîtin pêk werin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê li gorî encamên hevdîtinên parêzeran serlêdanên xwe bikin. Her agahiyek ku ji wir were dilê malbat û gelê me wê rihet bike. Em malbat dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re demildest hevdîtinê pêk bê."