Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket

Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk tê, ber bi warê xwe ve bi rê ket. Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxwaz kir ku bi lez pêvajoya vegera koçberan pêk bê, hejmara karwanan û malbatên bê zêdekirin.

Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
12 mijdar, 2026   10:31
HESEKÊ

Vê sibehê karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê ket.

Koçberên ku di karwan de cih girt, ji gundên El Menacîr, El Soda, El Sifih û El Erîşa ên Serêkaniyê ne, her wiha yên ji gundewarên rojavayê bajarê Til Temir û gundewarên bajarê Zirganê jî hene.

Biryar hatibû dayîn ku di vê karwan de 370 malbatan hebin, lê hinek malbatan amadekariyên xwe temam nekiribûn.

Heta niha 4 hezar û 500 malbatên koçberên Serêkaniyê vegeriyane warê xwe yê resen, hîn 10 hezar koçber li benda vegerê ne.

Endama Rêveberiya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo ji ajansa me re got: “Karwanê 8`emîn ber bi gundan ve bi rê ket, hejmara malbatên di karwan de gelekî kêm e, em hewl didin hejmara malbatan di karwanan de zêde bikin, tevî zehmetiyên ku em dibînin  li navendên koçberan rewş zehmet e.”

Zehra Semo wiha dom kir: “Em ê li kêleka malbatên xwe yên koçber bin, tişta em dixwazin vegera koçberan a bi awayekî lezgîn e, divê hejmara karwanan û malbatan bê zêdekirin, pêvajoya vegerê bi lez pêk bê.”

Zehra Semo da zanîn ku ji bo vegera koçberan a navenda bajarê Serêkaniyê jî xebat tên meşandin, ev xebat di heman dema derketina karwanan ji bajar ber bi herêmên wan ve pêk tê.

Karwanê 7`emîn di 4 û 5`ê Mijdarê de li ser 2 beşan bi rê ketibû.

(sb)

ANHA