Nûkirina deriyên sînor û gumrikê metirsiyên karmendan zêde kirine

Rêkarên di Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê de metirsiyên veguhastinê, derxistina ji kar, pevguhertina karmendan, lawaziya asta pirsporiyê û danîna rêveberiya sektorên aborî yên girîng di nava desteyekê bi tenê de, pirsên der barê serxwebûna çavdêriyê, mekanîzmaya birêvebirinê û wekheviya derfetên tayînkirinê derdixin holê.

Nûkirina deriyên sînor û gumrikê metirsiyên karmendan zêde kirine
10 tîrmeh, 2026   03:45
ŞAM

Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya Sûriyeyê ji nû ve tê berfirehkirin. Ev bandorê li karmendên deriyên sînor, benderan û rêveberiya gumrikê dike. Lê hikumeta demkî ya Sûriyeyê dibêje armanc yekkirina deriyan û bilindkirina asta pisporiya xebata gumrikê ye. 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ji ajansa me re parve kirine, bi sedan karmendên benderan û deriyên sînor destûrên bi mûçe werdigirin, li kêleka wê biryar hat dayîn ku karmend ji rêveberiyên gumrikê û benderan ji bo cihên cuda werin veguhastin û hin ji wan bo parêzgehên dîtir hatin veguhastin, li gel ku pabendî îmzekirina qebûlkirina xebatê li her nuqteyekê rêveberî destnîşan dike bin.

Heta niha desteyê hejmara karmendên ku biryara veguhastinê, destûran û bidawîbûna peymana kar der heqê wan de hatiye dayîn, ranegihandiye.

Çavkaniyan diyar kir ku hin karmendan bi rêya peyaman li ser Whatsappê biryara veguhastinê bo parêzgehên li herêmên rojhilat û başûrê wergirt, ji bo karmendên tesbîtkirî jî vebijêrka veguhastina bo saziyên hikumetê yên dîtir hat dayîn. Li kêleka wê jî hejmareke karmendên ku bi rêya pêşbirka navendî ji bo kar hatibûn tayînkirin, ji kar hatine derxistin.

Aborînasê ku nexwest navê wî bê aşkerakirin, da zanîn ku ev rêkar di çarçoveya ji nû ve avakirina desteyê piştî derxistina Biryarnameya 244’an a sala 2025`an pêk tên. Di vê biryarnameyê de rêveberiya deriyê sînor û gumrikê di milê darayî û îdarî de veguherî desteyeke serbixwe, yekser girêdayî serokatiya hikumetê û berpirsyarê wê wezîr e.

Aborînas da zanîn ku rêveberiya nû hewl dide beşeke mezin a karmendên rêveberî yên berê bi yên nû biguherîne.

Aborînas da zanîn ku biryarname xebatên berfireh ên wekî çavdêriya rêveberiya deriyên bejahî û deryayî, rêveberiya gumrika giştî, gerînendetiya giştî ya benderan, saziya giştî ya herêmên azad, şîrketên li bendên Laziqiyê û Tertûsê, saziya giştî ya veguhastina deryayî, saziya perwerde û pêşxistina deryayî, kompanyaya wekîlên deryayî, lîseyên deryayî, di çarçoveya yekkirina lêvegera rêveberî û fenî ya deriyên sînorî yên girêdayî wê, radestî desteyê dike.

Li gorî aborînas, yek ji bendên ku bal kişandiye nûkirina Rêveberiya Teftîşê ya yekser girêdayî desteyê ye. Ev nimûne desthilatiya çavdêrkirina li ser saziyê dide serokê desteyê. Ji lew re bûye cihê pirsên têkildarî serxwebûna çavdêriya saziyan.

Aborînas da zanîn ku di milê qanûnî de, piştî hilweşîna rejîma berê heta ku biryarname kete meriyetê jî, biryarnameya nûkirina desteyê rewabûnê dide hemû rêkaran, biryarên îdarî, rêxistinî, darayî yên deriyên sînorî, deryayî, gumrikê, benderan û herêmên azad.

Aborînas bi bîr xist ku birêvebirina vê beşê di nava desteyeke yekgirtî de ya ku bi serokatiya hikumetê ve girêdayî ye, destekek fireh dide wê li ser girîngtirîn girêkên aborî yên bi bazirganiya derve û tevgera dahato û derhênanê ve girêdayî ne. aborînas bang ku di tayînkirina karmendên bilind ên saziyê de pîvanên jêhatîbûn, ezmûn û cihêrengiyê bêne bicihanîn û ew di çarçoveya pêkhateyekê de neyê sînorkirin.

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera di çarçoveya ji nû ve avakirina Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê de, Biryarnameya 244’an derxistibû. Di wê biryarnameyê de rêveberiya deriyê sînor û gumrikê di milê darayî û îdarî de veguherî desteyeke serbixwe, yekser girêdayî serokatiya hikumetê ye. Ev yekkirina rêveberiya deriyên sînorî, gumrik, herêmên azad û benderan hatiye derxistin, her wiha ji bo pêşxistina xizmetguzariya lojistîk, hêsankirina rêkarên gumrikê, bilindkirina asta bidestxistina dahatê li gorî pîvanên navneteweyî jî.

Herî dawî jî Rêveberiya Teftîşê wek saziyeke çavdêriyê hat nûkirin, yekser girêdayî serokê desteyê ye.

(sb/fr)

ANHA