Îranê êrişî baregehên Amerîkayê yên li 4 dewletan kir

Îranê ragihand ku êrişî nuqteyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kiriye.

Îranê êrişî baregehên Amerîkayê yên li 4 dewletan kir
9 tîrmeh, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê daxuyand ku di çarçoveya bersivdana êrişên Amerîkayê yên li dijî xaka Îranê de, wê nuqte û binesaziyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Urdun, Qeter û Behreynê kirin armanc.

Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya dewletê got ku wê bi dron û mûşekan pergalên parastina asîmanî yên Patriot li Kuweytê, navendeke hişyariya zû li Qeterê û depoyeke sotemeniyê ya leşkerî ya Amerîkayê li Behreynê hedef girtin.,

Kuwêt jî ragihand ku pergalên parastina asîmanî mûşekek krûz, 3 mûşekên balîstîk û 10 dronên ku ketine qada hewayî ya wê asteng kirine û ji ber van êrişan kesek birîndar bû.

Urdunê jî daxuyand ku wê hejmarek mûşek li qada xwe ya asîmanî asteng kiriye û Qeterê jî banga kêmkirina aloziyê û vegera li rêya dîplomatîk kir.

(fr)