Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şevbuhêrekek wêjeyî bi sernavê "Ji lênûsa welat..rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî" li dar xist. Di şevbuhêrkê de derdên welatiyên Sûriyeyê û hêviyên wan bi rêbazekî wêjeyî hatin vegotin.

Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
Li Qamişloyê şevbuhêrka ‘‘Ji lênûsa welat... Rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî‘‘
1 tebax, 2026   21:57
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di çarçoveya çalakiyên bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê de şevbuhêrekek wêjeyî bi sernavê "Ji lênûsa welat..rojnivîsên welatiyekî Sûriyeyî" li dar xist. Şevbuhêrk li avahiya HRRK‘ê ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya hejmarek nivîskar, rewşenbîr, wêjevan û siyasetmedaran bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Piştre Dr. Hisên Ezam êş û derdên welatiyên Sûriyeyê ku ji hurguliyên jiyana rojane belge kirine û bi rêbazekî wêjeyî nîvisandine vegot.

Hisên Ezam bal kişand ser pirsgirêkên şêniyan ên ji ber qutbûna av û ceyranê, hewldanên peydakirina debarê, her wiha rola rayedaran di jiyana welatiyan de.

Ezam di nivîsên ku xwendine jî îşaret bi rewşa bajarên Sûriyeyê, hestên welatiyan ên bendewariyê û hêviyên têkçûyî, di heman demê de xeyalên ber bi siberojeke baştir û jiyaneke bi rûmet ve, kir.

(bb)

ANHA