Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir

Di merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Dilsoz Degirman de hate gotin berxwedana gelê herêmê li hember dagirkeran berdewam e û çawa DAIŞ têk birin dê dagirkeran jî têk bibin.

Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
Şêniyên Kobanê şehîd Dilsoz Degirman oxir kir
16 ÇILE, 2024   15:30
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê şehîd Dilsoz Degirman (Mehmûd Mistefa) li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir. 

Di merasîmê de hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Firatê Felek Yusif axivî û fedakariyên şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira parastina hebûn, ewlehî û îstiqrara li herêmên xwe de silav kir.

Felek soz da ku têkoşîna li hember êrişên dewleta Tirk mezin bikin û dem dema têkoşînê û berxwedanê ye.

Her wiha ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li kantona Firatê Zana Belek axivî û destnîşan kir ku berxwedana xelkê herêmê li hember êrişan berdewam e.

Zana Belek wiha domand: "Bila dewleta Tirk bizane ku herêm ne wekî berê ye. Yên wê diparêzin hene. Gelê wê berxwedan û fikrê azad ji xwe re kiriye bingeh û wê li ser vê rêyê bigihêje ewlehiyê. Em ji tiştekî natirsin, ne ji balafiran û ne jî ji dengê fîşekan. Serkeftin dê para me be û em ê dagirkeran ji axa xwe ya dagirkirî derxin mîna ku me çeteyên DAIŞ`ê derxistin."

Bi navê malbata şehîd Hîla Elî axivî û soz da ku têkoşînê berdewam bikin heta ku armancên şehîdan pêk bînin.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA