Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Tirbespiyê dikanek vekir

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê dikaneke pêdiviyên paqijiyê vekir. Dikan ji aliyê 2 jinan ve tê birêvebirin.

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Tirbespiyê dikanek vekir
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Tirbespiyê dikanek vekir
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Tirbespiyê dikanek vekir
3 adar, 2024   14:35
QAMIŞLO

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê dikaneke pêdiviyên paqijiyê li sûka navendî ya navçeyê vekir. Dikan bi beşdariya bi dehan jinên navçeyê û nûnerên saziyan hat vekirin.

Deriyê dikana bi navê ‘Simbila Kesk’ ji aliyê dayika şehîd Hêvîdar Tirbespiyê (Ala Xelef) Xerma Elî ve hate vekirin. Di dikanê de 2 jin dixebitin.

Tevahî pêwîstiyên paqijiyê yên di dikanê de dê bi buhayên guncaw werin firotin.

(bb)

ANHA