Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê

Li Tebqa û Dêrazorê bi sedan jin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşiyan.

Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
Li Tebqa û Dêrazorê meşên 8’ê Adarê
3 adar, 2024   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tebqayê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, meclisên leşkerî jî di nav de bi sedan jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşiyan. Meş ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê ve bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" hat organîzekirin.

Meş ji ber avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin hildan.

Meş li ber navenda çandê ya Tebqayê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîra Hebeş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser siyasetên qirkirinê yên li ser jinan tê meşandin û hat gotin: "8’ê Adarê nêzîk bûye, lê hîna siyasetên qirkirin, kuştin û tundiya plankirî ya li ser jinan dewam dikin ku ji aliyê desthilata baviksalar vet ê kirin. Armanc ew e ku têkoşîna jinan têk bibin."

Di daxuyaniyê de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser jinên têkoşer hat kirin û wiha hat domandin: "Ji ber bilindbûna asta tundiya li ser jinan em êş û xemgîniya xwe ya kûr tînin ziman. Ev yek ji bi rêya şerê taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ve li ser herêmên me tên kirin. Dewleta Tirk bi taybetî jinên têkoşer ên ku li hemberî faşîmz û sûcên wê radibin, dike armanc."

Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedan û têkoşînê hatin bibîranîn û li dijî siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê banga serhildanê hat kirin.

Li kantona Dêrazorê jî bi pêşengiya Meclisa Jinan a Zenûbiya bi sedan jinên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn. Meş ji ber avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya bajarokê Hecînê bi dawî bû. Di meşê de wêneyên jinên şehîd û yên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li çerxerêya Hecînê, bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê rêvebera meclisê Muna El Hamid daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin: " Di vê rojê de em pêşketina jinan û wekheviya zayendî bi hemû gelên cîhanê re parve dikin û her çend ev pêşketin hêdî be jî, îro jin û keç bi zehmetiyên nû re rû bi rû ne.”

Di daxuyaniyê de li hemberî hemû cûryên zilm û tundiyê banga yekitî û berxwedanê li jinên cîhanê hate kirin.

(bb)

ANHA

Tebqa

Dêrazor