Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin

Îro nêzî 700 malbatên koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê yên ku li Kampa Serêkaniyê dimînin amadekariyên vegerê dikin. Di heman demê de şandeyeke hikumeta veguhêz û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihîştine kampê.

Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
8 îlon, 2026   09:39
HESEKÊ

Nêzî 700 malbatên koçberên gundewarên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê yên ku li Kampa Serêkaniyê li gundewarê Hesekê dimînin, ji bo vegera gund û herêmên xwe yên resen amadekariyên xwe dikin. 

Şandeyeke hikumeta veguhêz û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya amadekariyên beriya derketina karwanê duyemîn de, gihîştin Kampa Serêkaniyê, di vê kêliyê de şande bi rêveberiya kampê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê re ji bo nîqaşa têkildarî vegera koçberan û birêketina karwanê hevdîtinê dike.

Tê payîn ku piştî temamkirina rêkarên girêdayî vegerê û bi şopandina ji hêla aliyên peywendîdar ve wê karwan bi rê bikeve.

Ev karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ye, 10`ê Tebaxê karwanê yekemîn ê ku di nava xwe de nêzî 400 malbatan hildigirt vegeriyabû.

(sb)

ANHA