Nexweşxaneya Xalid Fecir a Şêxmeqsûdê bi dijwarî hat topbarankirin

Çeteyên hikumeta demkî bi dijwarî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê topbaran kirin.

Nexweşxaneya Xalid Fecir a Şêxmeqsûdê bi dijwarî hat topbarankirin
9 ÇILE, 2026   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî êrişek dijwar li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk anî. 

Ev nexweşxane nuqteya tibî ya yekane li taxê ye ku xizmetê dide bi hezaran welatiyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrebiyê û Benî Zêd dike, di heman demê de gelek kesên ji ber êrişan birîndar bûne bi derfetên herî kêm tedawî dibin, hene.

Duh jî 4 caran li pey hev êriş bi dijwarî hat topbarankirin, kehrebe qut bû. Bi vê êrişa dijwar re wê karesatek mirovî li ser jiyana welatî û birîndaran çêbibe.

(fr)