Çeteyên hikumeta demkî Nexweşxaneya Xalid Fecir wekê hedefek leşkerî diyar kirin

Çeteyên hikumeta demkî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hedefek leşkerî îlan kir, ev jî delîlek zelal a sûca plankirî ya bizanabûn e.

Çeteyên hikumeta demkî Nexweşxaneya Xalid Fecir wekê hedefek leşkerî diyar kirin
9 ÇILE, 2026   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Helebê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî gelek avahî û malên welatiyan weke hedefa leşkerî ya êrişkirinê nîşan da, ji wan Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a ku duh 4 caran ji aliyê leşkeran ve hatibû topbarankirin, heye. Beriya çend kêliyan jî nexweşxane bi dijwarî hat topbarankirin.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê de ev hate gotin "Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê nexşeyek nû belav kir, îdia kir ku wê nuqteyên li taxa Şêxmeqsûdê yê bajarê Helebê topbaran bikin destnîşan kirine. Di nexşeyê de Nexweşxaneya Xalid Fecir a sivîl a ku duh 4 caran li pey hatiye topbarankirin hatiye destnîşankirî.

Îşaretkirina cihên tibî yên sivîl li ser nexşeyê ku wê bibin hedefên êrişan nîşaneya sûcê plankirî yeî sûcê şer û binpêkirina qanûna navneteweyî ya mirovî ya ku hedefgirtina avahiyên tibî di bin çi hincetî de qedexe dikin, e.

Em diyar dikin ku ev nexşe bi her awayî cihê şermezarkirina hikumeta Şamê û alîgirên wê ye, hikumeta yekser berpirsê zirarên bigihîne sivîlan an jî cihên tibî û binesaziyan. Em vê îlankirina xeternak ji raya giştî, saziyên navneteweyî û hiqûqî re radigihînin, ji ber ku ew nexşeya sûcê ya belgekirî ji bo pêkanîna komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan e."

(fr)