Li Hewlêrê êrîşên komên çete hatin şermezarkirin

Welatiyên Hewlêrê li dijî êrişên komên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê çalakiyek girseyî lidarxistin. Di çalakiyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan.

Li Hewlêrê êrîşên komên çete hatin şermezarkirin
9 ÇILE, 2026   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Hewlêrê îro di saetên piştî nîvro de li dijî êrişên komên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê çalakiyek girseyî lidarxistin. Di çalakiyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan.

Di çalakiya welatiyên Hewlêrê de, sedan kes kom bûn û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” berz kirin û piştgirî dan berxwedana xelkê her du taxan.

Her wiha di çalakiyê de êrişên hovane yên çeteyên girêdayî HTŞ, dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên li dijî sivîlên Kurd yên Şexmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî hatin şermezar kirin.