Heyva Sor a Kurd dest bi belavkirina alîkariyan li malbatên li peravê kir
Tîmên Heyva Sor a Kurd, dest bi belavkirina alîkariyan li malbatên mexdûr ên li herêmên peravên Sûriyeyê kir.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17’ê Adarê karwanekî alîkariyên mirovî ku ji 20 kamyonan pêk dihat, ji bo kesên ku li herêmên peravê yên Sûriyeyê rastî komkujî û binpêkirinên hovane hatine, şandin.
Karwan êvara sêşemê gihaşte bajarê Cebelê û li wir alîkarî li embarên Komeleya ‘Dest bi Dest’ hatin valakirin.
Îro ji saetên sibehê ve tîmên Heyva Sor a Kurd dest bi avakirina 2 komîteyan kir; yek ji bo amadekirina lîste û qeydên malbatên mexdûr ên ku dê alîkarî li wan were belavkirin û ya din jî ji bo dabeşkirin û amadekirina alîkariyan ji bo li malbatan bêne belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên desthilata Şamê ji şandeya li gel karwanê daxwaz kir ku logoya Heyva Sor a Kurd ji ser kamyonan rakin. Heyva Sor ev şert bi cih anî û tekez kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku bi lez alîkariyan bigihînin malbatên ziyandar.
(k)