Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî

Xwendekarên bajarê Kobanê daxwaza fermîkirina zimanê xwe kir û got “Zimanê kurdî ne tenê daxwazeke normal e, di heman demê de daxwazeke xwestina mafên mirovî ye ji bo parastina hebûn û siberoja neteweya Kurd.”

Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
Xwendekarên Kobanê: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
28 cotmeh, 2026   07:00
KOBANÊ

Têkildarî biryara hikumeta veguhêz ku ji bo zimanê kurdî di hefteyê de 3 wane tenê bên veqetandin, xwendekarên Kobanê helwestên tund nîşan didin.

Xwedekara bi navê Demhat Seadûd got: “Min ji refa yekê heya refa 7’an bi zimanê dayika xwe perwerdeya xwe dît û ez fêrî hemû zaravayên zimanê xwe bûm. Dayik û bavên min Kurd in, zimanê wan kurdî ye, çima ez niha li ser zimanê xwe perwerde nebim û zimanekî dîtir bixwînim?”

Demhat Seadûn bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em ne li dijî tu zimanan in, niha em ne tenê perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibînin, li rex wê zimanê erebî û îngilîzî jî dibînin. Ya esasî ji bo me zimanê dayika me ye û pêwîst e ev ziman wek zimanekî fermî bê qebûlkirin.”

Alan Mistefa jî got: “Zimanê min kurdî ye û ez naxwazim tu zimanên dîtir bixwînim. Hêviya min ew e ku ez bibim rojnamevanekî Kurd û bi zimanê dayika xwe dengê xwe ragihînim.”

Alan di dawiyê de got: “Em ê tê bikoşin heya ku zimanê me bibe zimanekî fermî.”

Xwendekar Mihemed Ehmed der barê girîngiya zimanê kurdî de got: “Zimanê mirovan nasname û hebûna wan. Çima em zimanê erebî bixwînin? Em ne Ereb in ku zimanê erebî bixwînin, Em Kurd in û em ê bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.”

Xwendekara bi navê Berfîn Elî got: “Ez bi zimanê xwe dixwînim, naxwazim zimanekî din bixwînim, hêviya min ew e ku ez bi zimanê dayika xwe bibim mamoste. Ji bo vê yekê em e her bi zimanê xwe bixwînin.

(ct/k)

ANHA