Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Xelkê Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir û daxwaza misogerkirina parastina wan û dabînkirina vegera wan a ewle bo mal û gundên wan kir û banga cezakirina êrişkaran kir.

Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
Şêniyên Til Temirê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
27 cotmeh, 2026   18:22
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Til Temirê bi meşeke girseyî êrişa li ser koçberên Girê Spî şermezar kir û bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina koçberan, mal û milkên wan û dabînkirina vegera wan a ewle bo malên wan kir.

meş ji rêya M4 dest pê kir, heta bi Çerxerêya Qendîlê ya li têketina başûrê bajêr çû. Li wir meş veguherî mîtîngê, mamoste Hebûn Dawûd axivî, êrişa li dijî koçberan, mal û milkên wan şermezar kir û got ew binpêkirina nirxên mirovî û mafên mirovan e û divê parastina wan were peydakirin, êrişkar werin cezakirin û tedbîrên dubarenebûna êrişan werin girtin.

Hebûn banga parastina aştiya navxweyî, redkirina xîtaba nefretê û tehrîdkirinê û xurtkirina hevgirtinê di nava gelên herêmê de kir û anî ziman ku parastina koçberan, rûmet, mal û milkên wan berpirsiyariyee mirovî û exlaqî ye.

Li aliyekî din jî rêveberê Partiya Çep a Kurdî Îsmaîl Ferhan jî got êrişa li ser koçberên Girê Spî rola hikumeta veguhêz di parastina wan de dixe cihê pirsiyariyê.

Ferhan diyar kir ku koçber bi hêvî ne vegerin mal, gund û xaka xwe, lê êrişên li dijî wan selametî û vegera wan tehdîd dikin û ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku bi erkên xwe rabe.

Ferhan destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş heye, her wiha bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û çareyên siyasî dûrî tundî, derxistina fitne û parçebûnê.

Kombûn bi teqeziya hevgirtina bi koçberên Girê Spî re û daxwaza misogeriya vegera wan a ewle bo malên wan bi dawî bû.

(f)

ANHA