Rûsyayê bejahiya Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li bejahiya Idilbê êriş pêk anîn. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî noqteyên hêzên hikumeta Şamê tobparan kirin.

Rûsyayê bejahiya Idlibê bombebaran kir
27 cotmeh, 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê derdora herêma El Fetatira ya li başûrê Idlibê ku dikeva nava herêma “bêçek” bombebaran kiriye.

Çeteyên El Fetih El Mûbîn jî noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê bakurê Lazîqiyê topbaran kirin. Agahiyên der barê ziyanên canî de nehatin parvekirin.

Li derdora devera El Fetîra ya li herêma Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê jî çeteyekî El Fetih El Mûbîn di tobparana hêzên Şamê de birîndar bû.

Li gorî daneyên SOHR`ê, bi vê yekê ji destpêka îsal ve li herêma “bêçek” 345 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 535 kes hatine kuştin, zêdetirî 238 kes jî birîndar bûne.

(c)