Li Tengava Hurmuzê di 24 saetan de 3 êriş

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) îro ragihand ku keştiyek din dema ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû hat hedefkirin. Bi vê yekê di 24 saetan de 3 êriş li tengavê tên kirin.

Li Tengava Hurmuzê di 24 saetan de 3 êriş
7 tîrmeh, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) îro ragihand ku keştiyek dema ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû hat hedefkirin.

Desteyê destnîşan kir ku keştî bi droneke nenas hatiye hedefkirin, di encamê de zerarên sivik li keştiyê bûn û tiştek bi endamên ekîbê neha, zerarên jîngehî jî çênebûn.

Di nava seaetên dawîn de çavkaniyên agahdar ragihandin ku keştiyeke gaza xwezayî ya şilekirî ya Qeterê û keştiyek petrola xav a bi ala Erebistana Siûdî li nêzî Tengava Hurmuzê zirar dîtin . Li gorî çavkaniyan her du keştî dema di kerîdora deryayî re derbas dibûn, bi mûşekan hatin hedefkirin.

 Bi vê yekê di 24 saetan de 3 êriş li Tengav a Hurmuzê li dijî keştiyan pêk hatin.

(bb)