Medyaya Erebî li ser tundrewiyê, encamên şer û rageşiyên herêmî nivîsî

Medyaya Erebî mijarên wekî tundrewiyê û rola Ixwan El Muslimîn, bandora hilbijartinên li Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser şerê bi Îranê re, û paşxaneya rageşiya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de nivîsîn.

Medyaya Erebî li ser tundrewiyê, encamên şer û rageşiyên herêmî nivîsî
27 cotmeh, 2026   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser çend mijarên siyasî û ewlehiyê yên ku bandorê li herêmê dikin nîqaş kirin û bal kişandin ser paşxane û bandorên tundrewiyê, vebijarkên ku ji Washington û Tel Aviv re di danûstandinên bi Îranê re hene û sedema zêdebûna rageşiya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de.

ÎDEOLOJIYA IXWAN EL MUHSLIMÎN: KOKA TUNDREWIYA NAVNETEWEYÎ

Rojnameya El Ereb a li Londonê, di gotarekê de, diyar dike ku îdeolojiya Ixwan El Muhslimîn çarçoveyek îdeolojîk ava kiriye ku bûye sedema derketina rêxistinên tundrew, ji El Qaîdeyê bigire heya DAIŞê.

Gotar pêşveçûna vê îdeolojiyê ji Hesen El Benna û Seyîd Qutb ve dinirxîne û bang dike ku bi zuwakirina çavkaniyên wê yên ramyarî û darayî, ber wiha tedbîrên ewlehî û qanûnî, rûbirûbûna tundrewiyê were kirin.

Di gotarê de hat gotin ku rûbirûbûna tundrewiyê ne tenê bi tedbîrên ewlehiyê ve sînordar e, lê belê pêdivî bi ziwakirina çavkaniyên fînansekirinê û rûbirûbûna bi kokên ramyarî yên tundrewiyê heye. Daxwaza tedbîrên yasayî û dîplomatîk kir da ku çalakiyên Ixwan El Muhslimîn sînordar bikin û qedexe bikin.

HILBIJARTINÊN LI TEL AVIV Û WASHINGTONÊ SIBEROJA RÛBIRÛBÛNA BI ÎRANÊ RE ŞEKIL DIKIN

Rojnameya Lubnanî El Nahar di gotarekê de bal kişand ser hilbijartinên Îsraîl û Amerîkayê, ku gelek rêyan li ber şerê bi Îranê re vedike: zexta berdewam û danûstandinên rawestiyayî, gihîştina têgihîştinek sînorkirî, an jî ji nû ve destpêkirina êrişên leşkerî, di nav hesabên siyasî û hilbijartinê yên cuda û tirsên ji aloziyeke herêmî de.

Rojname destnîşan kir ku encamên hilbijartinên Îsraîlê ne hewce ye ku bibe sedema guhertinek di helwesta li hember Îranê de, ji ber ku hêzên sereke yên siyasî di derbarê rûbirûbûnê de li hev dikin.

NÊZÎKBÛNA AZERBAYCAN-ÎSRAÎLÊ TENGEZARIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE KÛRTIR DIKE.

Rojnameya El Quds El Erebî di gotarekê de diyar ku rageşiya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de ji nakokiya li ser qedexekirina Hicabê li dibistanên Azerbaycanê wêdetir diçe û cudahîyên kûrtir di berjewendiyên herêmî de, bi taybetî têkiliyên di navbera Bakû û Tel Avîvê de, û nelihevkirina li ser nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Ermenistanê re nîşan dide.

Gotarê diyar kir ku vegera têkiliyên normal di navbera Tirkiye-Azerbaycanê de dê di siberoja nêzîk de ne hêsan be, ji ber ku Îsraîl di dilê nakokiyê de ye û başbûna têkiliyên di navbera Enqere û Tel Avîvê de dibe ku yek ji faktorên ku bandorê li ser rêça têkiliyên di navbera her du welatan de dike be.

(k)

ANHA