Mînakeke din a jiyana kollektîf

Şêniyên bajarê Hecînê bi awayekî hevgirtin û kollektîf kanal û cihokên avdanê yên kooperatîfên çandiniyê paqij û sererast dikin.

Mînakeke din a jiyana kollektîf
Mînakeke din a jiyana kollektîf
Mînakeke din a jiyana kollektîf
Mînakeke din a jiyana kollektîf
Mînakeke din a jiyana kollektîf
3 îlon, 2024   06:05
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Şêniyên bajarê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê beriya 15 rojan dest bi serastkirin û paqijkirina kanalên avdanê yên kooperatîfên çandiniyê kir.

Bi dehan cotkar û şênî bi awayekî komînal kanal û cihokên ku dê avê bidin projeyên çandiniyê yên kooperatîfan paqij dikin.

Şênî 7 kanalên sereke yên avdanê û 40 cihokên avdanê yên şaxî paqij dikin ku dê avê bidin nêzî 50 hezar donim erdê çandiniyê. Di heman demê de bi dehan rêyên di nava zeviyên çandiniyê yên 7 kooperatîfên çandiniyê de sereast dikin.

Li gorî beşdaran, heya niha ji sedî 65 xebatên paqijkirin û sererastkirina kanal, rê û cihokên avdanê pêk hatiye.

Waîl Ebdulezîz ku beşdarî vê xebatê bûye, diyar kir ku armanca wan li hemberî zuhabûnê başkirina rewşa avê ye.

Waîl Ebdulezîz bal kişand ser hevgirtin û jiyana kollektîf û destnîşan kir ku ekîpên xebatê bi rengekî komînal cihokên avdanê sererast dikin.

Waîl Ebdulezîz got hin kes traktoran didin û hinek din xwarinê ji beşdaran re amade dikin.

Cotkarê bi navê Mihemed Nûr El Îbrahîm anî ziman ku karê kollektîf mîsogeriya serketinê ye û ev li gotina xwe zêde kir: "Paqijkirina cihokan dê bi awayekî baştir avê ji zeviyên çandiniyê re dabîn bike, di encamê de dê zivistanê berhemeke baş hebe.”

El Îbrhaîm da zanîn ku karê dikin dilxwazî ye û wiha domand: "Em xizm û dostên hev ji bo serxistina çandiniyê bê pere vî karî dikin. Wekî xelkê Dêrazorê em debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin."

Şêniyên kantona Dêrazorê piraniya zeviyên çandiniyê bi ava çemê Firatê û kanala Xabûrê av didin.

Rûbera çandiniya avî ya bajarên li rojhilatê Dêrazorê (Firat, Hecîn û Sûse) 286 hezar û 400 donim e. Ji sedî 27 jê bi rêya kooperatîfan têne çandin û û hinek ferdî ne ku ruxset wergirtine û ji aliyê saziyên çandiniyê ve tên destekkirin.

(bb)

ANHA