Brîtanyayê hinardekirina çekan bo Îsraîlê taloq kir

Brîtanyayê ragihand ku wê 30 ruxset ji eslê 350 ruxsetên hinardekirina çekan bo Îsraîlê taloq kirine.

Brîtanyayê hinardekirina çekan bo Îsraîlê taloq kir
2 îlon, 2024   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Brîtanyayê ragihand ku wê 30 ruxset ji eslî 350 ruxsetên hinardekirina çekan bo Îsraîlê taloq kirine. Brîtanyayê destnîşan kir ku ʹʹxeterî aşkera yeʹʹ ew çek di binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî de bên bikaranîn.

Wezîrê Karên Dervey ê Brîtanyayê David Lammy îro di parlamentoyê de got qedexeya beşî ya bikaranîna çekan di şerê Xezayê de li ser parçeyên balafirên şer, helicopter û balavên bêmirov e.

Lammy diyar kir ku ew di ruxsetên hinardekirina çekan bo Îsraîlê de lêvegerê çêdikin, ji ber ku hin çekên bo Îsraîlê xeteriyeke rasteqîn der barê îhtîmala bikaranîna wê di binpêkirina qanûna mirovî de çêdikin. 

Lammy diyar kir ku dê bandorên taloqkirina wan ruxsetan li ser ewlehiya Îsraîlê tune be, li kêlek wê London li gorî qanûna navneteweyî piştgiriya Îsraîlê di mafê xweparastinê de dewam dike.

Di Gulana borî de Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara qedexeya hinardekirina çekan ji bo Îsraîlê dabû.

(mh)