Mîhrîcana Orkêş bi muzîkê hemû pêkhate kirin yek

Komên beşdarên Mîhrîcana Orkêş destnîşan kir ku di mîhrîcanê de pirrengiya çandî ya Mezopotamyayê diyar dibe û ji bo yekbûna hemû pêkhateyan bi rêya muzîkê bûye derfet.

Mîhrîcana Orkêş bi muzîkê hemû pêkhate kirin yek
Mîhrîcana Orkêş bi muzîkê hemû pêkhate kirin yek
Mîhrîcana Orkêş bi muzîkê hemû pêkhate kirin yek
Mîhrîcana Orkêş bi muzîkê hemû pêkhate kirin yek
12 kanûn, 2025   04:20
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Di 8'ê Kanûnê de Mîhrîcana Orkêş a Sêyemîn li bajarê Hesekê li dar ket. Ev mîhrîcan ji çalakiyên çandî yên sereke li herêmê ye. Îsal di mîhrîcanê de 24 komên stranan ji hundir û derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn û stranên bi stîl û zimanên kurdî, erebî û ermenî li gorî pirrengiya Mezopotamyayê pêşkêş kirin.

Girêdayî wê, ajansa me bi hin hunermendên beşdar re hevpeyvên çêkir û wan jî kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji ber beşdariya di mîhrîcanê de anî ziman.

RENGÊ ZAXOYÊ DI MÎHRÎCANA ORKÊŞ DE

Rêveberê Koma Roj a ji bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê Husên Pîro got wan berhemên hunermend Erdewan Zaxoyî û Eyaz Yûsif ji stranên gelêrî yên Zaxoyê pêşkêş kirin û got: “Em bi beşdariya xwe ya di mîhrîcanê de kêfxweş in. Ev tecrubeyeke taybet e. Me şêniyên herêmê dît û li muzîka deverên din ên Kurdistanê guhdarî kir. Wekî van çalakiyan hunera kurdî bi pêş dixin. Di dema pêş de em ê xebat û berhemên xweştir ji rengê Zaxo pêşkêş bikin.”

‘BI RÊYA HUNER Û MUZÎKÊ EM DIBIN YEK’

Hunermend û rêveberê Koma Tolhildan a bajarê Hesekê Mihemed Cûdî li ser girîngiya hunerê di yekkirina gelan de axivî û got: "Bi rêya huner û muzîkê em dikarin bibin yek, guhartinê pêk bînin û welat ava bikin. Di Mîhrîcana Orkêş a sêyemîn de hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen û Şerkes beşdar bûn, ne tenê ji hundirê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji derveyî wê jî. Eger ne ji rewşa rêyan ba, me dixwest em mêvanan ji Siwêda, berav û Şamê jî pêşwazî bikira.”

Mihemed Cûdî wiha domand: “Em di qonaxeke nû ya guhartin û avakirinê de ne. Ez hêvî dikim hemû pêkhateyên Sûriye û Rojhilata Navîn bi ziman, çand û hunera xwe bijîn, tam wekî ku em di vê mîhrîcanê de dibînin. Her gelek bi cil û zimanê xwe bedew e.”

PÊŞKETINA MÎRASA MEZOPOTAMYAYÊ

Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê hunermend Baran Dilbihar got: "Em ji sala 2011'an ve di şoreşê de dijîn, ev şoreş bi demê re bû şoreşa çandî, wekî ku ji mîrasa Mezopotamyayê derketiye. Li ser vê xakê şûnwarên herî pêşîn ên mirovahiyê derketine, ji ber wê jî şer û şoreşên li ser vê xakê bi armanca parastina jiyan û nirxên mirovahiyê ji dijminên mirovahiyê bûn.”

Der barê amadekariyê de Dilbihar got: “Me xwest îsal em komên ji derveyî herêmê bînin. Îro mêvanên me ji Zaxo, Şengal û Silêmanî hene. Em hêvî dikin mêvanên din jî bînin û vê mîhrîcanê veguhêzin çalakiyeke navneteweyî, lê belê rewşa heyî hin zehmetiyan ji me re derdixe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku armanc ji Mîhrîcana Orkêş yekkirina dengên gelan tevî cudabûna ziman û erdnîgariyê ye.

(mh)

ANHA