Meys Kirêdî: Destwerdana Tirkiyeyê ya di kar û barên Sûriyeyê de lihevkirinê asteng dike

Nivîskar û rojnamevana Meys Kirêdî diyar kir ku zêdebûna destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê de pêşî li lihevkirinên hundirîn digire. Her wiha got dewleta Tirk dixwaze taybetmendiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê têk bibe, ji ber wê ew helwesteke dijber li hemberî peymanê nîşan dide.

Meys Kirêdî: Destwerdana Tirkiyeyê ya di kar û barên Sûriyeyê de lihevkirinê asteng dike
18 kanûn, 2025   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rojnamevana siyasî ya sûriyeyî Meys Kirêdî li ser qonaxa piştî hilweşîna rejîma Baasê û rola destwerdanên dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê de axivî.

Meys Kirêdî diyar ku dewleta Tirk projeya xwe ya çavnebar a li Sûriyeyê bi rêya domandina dagirkeriya dever û bajaran didomîne û dixwaze ber bi berava Sûriyeyê jî vê pergala xwe ya dagirkeriyê bidomîne ji ber ku ew herêm di aliyê stratejî û aborî de girîng in.

Meys Kirêdî destnîşan kir ku Tirkiye siyaseta demdirêjkirinê dide meşandin da ku demek zêdetir qezenc bike û got ku Tirkiye dê her pêvajoyekê ku pêşî li dagirkeriya wê digire, têk bibe.

Meys Kirêdî destnîşan kir ku Tirkiye Sûriyeyê wekî qada kontrolê dibîne û dixwaze bi rêya wê cihekî ji bo projeya Îslama siyasî misoger bike û got: "Siyasetên dewleta Tirk ji berjewendiyên AKP'ê, ne ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê derdikevin.”

Meys Kirêdî wiha domand: "Tirkiye hewl dide binesaziya siyasî û leşkerî ya pêkhateyên Sûriyeyê ji hev bixe û projeyên niştimanî têk bibe. QSD jî yek ji aliyên ku hatine armancgirtin e. Enqere tu pêkhateyeke Sûriyeyê ya serbixwe qebûl nake û bi rêya komên girêdayî Tehrîr El Şam jî berjewendiyên xwe pêk tîne.”

Meys Kirêdî got ji bo têkbirina projeya dewleta Tirk pêwistî bi yekhekwesteke niştimanî ya Sûriyeyî ku hemû pêkhateyan bihewîne, heye û got: "Divê helwestek wiha be ku peymanên navneteweyî ji bo ferzkirina desthikata yekalî qebûl neke. Hevbeşî û federaliya siyasî garantiya aramiyê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Meys Kirêdî got: "Hikumeta veguhêz di aliyê îdeolojî û tevgerê de amûra di destê Enqereyê de ye û berjewendiyên wê pêk tîne da ku projeya xwe ya Osmanî bi şêwazeke nû vejîne. Naveroka daxuyaniyên dewleta Tirk ên li ser peymana 10'ê Adarê ew e ku QSD'ê çekên xwe radestî Heyet Tehrîr El Şam bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 10'ê Adarê ve Rêveberiya Xweser hewl dide peymana 10'ê Adarê pêk bîne, lê dan û standinên di navbera wê û hikumeta veguhêz de rawestiyane û hin bendên peymanê tên astengkirin. Çavdêr dibînin ku ev astengî ji ber bêcidiyeta hikumeta veguhêz û destwerdanên ji derve ye.

(mh)

ANHA